المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNEKE LI DARXIST Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

0 124

XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNEKE LI DARXIST Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

Encûmena xwecihî ya Amûdê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya awarte roja Sêşemê di 11/2/2025an de,li navenda xwecihiyê lidarxistin.

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hat wergirtin hate nîqaşkirin.

Her wiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her birêz.Ebdurezaq Hac Qasim wek serokê encûmena xwecihî li Amûdê,û birêz Ebdulqadir Welî û mamosta Bêrîvan Isma’îl wek cîgirên wî hatin hilbijartin.

Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.