المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ SALVEGERA “45YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJANDIN.

0 110

Di roja Îniyê 1.3.2024an de,bîranîna salvegera 45yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin, Ji aliyê xwecihiya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li hewşa mala Hac Umer Dawê.

 

Herwiha bi beşdarbûna M.Neşet Zaza serokê ofîsa karûbarên Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,herwihabi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,

herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.

Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Amûdê û gundewarê wê.

 

Di destpêkê de,birêz Idrîs Hac Tahir Û mamosta Mala Esmer,bi navê encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, bixêrhatina mêvanên  beşdar kir.

Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir û rawestiyan bi sirûda Ey Reqîb.

 

 

Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê vê bîranînê de.

 

gotina ENKSê ji aliyê birêz Neşet Zaza ve hat xwendin.

 

gotina ENKSê di derbarê, dîrok û têkoşîna bavê ruhanî yê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî bû.

 

Herwiha gotina PDKSê ji aliyê endamê komîteya navendî ya PDKSê mamoste Nafih Ebdela ve ehate pêşkeş kirin,

balkişand li ser rola Barzaniyê nemir û tekoşîna wî ya berdewam di xizmeta gelê Kurd û doza netewî de.

Li ser qurbanîdana Barzaniyê nemir û qonaxên jiyana wî bû.

 

Herwiha di vejandinê de,hin helbest jî hatin pêşkêş kirin di derbarê rola rêbazê Barzaniyê nemir de bûn.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.