المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XELKÊ:SUWEYDAYÊ :DAXWAZA CÎBICÎKIRINA BIRYARA NAVDEWLETÎ YA 2254

0 68

XELKÊ:SUWEYDAYÊ :DAXWAZA CÎBICÎKIRINA BIRYARA NAVDEWLETÎ YA 2254

Xelkê Suweydayê,daxwaza cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254

Di roja Yekşemê 15ê Îlonê, bi dehan şêniyên Suweyda ji bo piştrastkirina berdewamiya tevgera aştiyane li parêzgehê kom bûn.

Tora xwecihî ya Suweyda 24 ragihand ku Meydana Karama li navenda bajarê Suweydayê, ji bo daxwaza cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 û berdewamiya tevgera aştiyane, xwepêşandanek nû li dar xist.

Xwepêşanderan pankart û siloganên daxwaza pêkanîna biryara navdewletî ya 2254 bilind kirin.

Toreyê wêneyên pankart û dirûşmên ku ji aliyê xwepêşanderan ve hatin bilindkirin, girêda.

Parêzgeha Suweydayê ji 17ê Tebaxa sala borî ve her roj şahidê xwenîşandan û xwepêşandanan bûye, ku daxwaza rûxandina rejîmê û guhertina rasteqîne aştiyane ya desthilatê dikin.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.