المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE KOMÎTEYA PÊWENDIYAN A NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê BI RÊVEBERIYA PEYMANGEHA AMADEKIRINA KADROYÊN PDK RE CIVIYAN.

0 99

ŞANDEKE KOMÎTEYA PÊWENDIYAN A NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê BI RÊVEBERIYA PEYMANGEHA AMADEKIRINA KADROYÊN PDK RE CIVIYAN.

Şandeke Komîteya Pêwendiyan a Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê bi rêveberiya peymangeha amadekirina kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re civiyan.

Di roja Sêşemê 17.9.2024an de, şandeke Komîteya Pêwendiyên Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, bi serpereştiya Peymangeha Amadekirina Kadroyan ya Partiya Demokrata Kurdistanê re civiyan.

Şanda nûneratiyê ji aliyê berpirsê Peymangehê birêz Qadir Qacaxî û endamên rêvebiriyê ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Şanda nûneratiyê ji: (Cedan Elî serokê nûneratiyê, Raman Mele, Sara Elî, Seîd Hemê, Fadul Delî) endamên Komîteya Pêwendiyan pêk dihat.

Di hevdîtinê de, her du aliyan rewşa siyasî ya Sûriye û Iraqê bi giştî û rewşa Kurdistanî bi taybetî û pêşhatên dawî yên li navçeyê gotûbêj kirin.
Herwiha tekezî li ser kêşeyên ku penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê dijîn û pêwîstiya hemahengî û hevahengiyê ji bo çareserkirina arîşeyên wan ligel aliyên pêwendîdar hat kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.