المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XELKÊ SUWEYDAYÊ DAXWAZA RÛXANDINA SEROKÊ RÊJÎMA SÛRÎ NÛ DIKIN.

0 176

Xelkê Suweydayê daxwaza rûxandina serokê rejîma Sûriyê nû dikin

Bi sedan welatiyên Suweydayê daxwazên xwe yên ji bo rûxandina serokê rejîmê, veguhestina siyasî ya desthilatê li Sûriyê, cîbicîkirina biryara 2254 û azadkirina hemû girtiyan nû kirin.

Di roja Îniyê 5.4.2024an de, li bajarê Suweydayê xwepêşandaneke girseyî li meydana Karame hat lidarxistin, ku tê de xwepêşanderan pankartên berdewamiya serhildana gelêrî li dijî rêjîmê bilind kirin, ku li ser hinekan ji wan nivîsa “Azadî” hatibû nivîsandin. , û siloganên li dijî rejîmê yên wekî “Serê xwe bilind bike, tu Sûriyekî azad e” berz kirin.

 

Herwiha di roja Pêncşemê de, 4/4/2024an de, bi dehan şêniyên Suweydayê li meydana Karama ya navenda bajêr kom bûn, tekezî li ser berdewamiya serhildana gel li dijî rêjîma Sûriyê û hikûmeta wê kirin, û heftemîn salvegera Xan Şêxûn bi bîr anîn. Komkujiya ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve bi çekên kîmyayî pêk hat û di encamê de zêdetirî 100 sivîl hatin kuştin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.