المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ferhad Sebrî… Şehîdê serhildana Qamişlo.

0 85

Ferhad Sebrî… Şehîdê serhildana Qamişlo.

Di 20 emîn salvegera şehîdbûna “Ferhad Mihemed Sebrî ” hêjaya ronahiyek li ser Dîrok û Xebata wî:

 

Pakrewan ew kesê ku giyanê xwe yê pak ji bo rêya têkoşîna azadî û serfirazî û rizgariya doz û mafê gelê xwe canê xwe baxiş kirin, û hemû mînakên qehremaniyê di rûpelên dîrokê de nivîsandin.

 

Yek ji wan şehîdê serhildana Qamişlo ya 2004an “Ferhad Mihemed Elî ” , ku ji dayîkbûna sala “1975” an, li Taxa “Qenat Elswês ” ya li Rojhilatî bajarê Qamişlo, xêzandara bû bavê keçkekê bû , Xwendina xwe ya sertayî li dibistana Qenat Elswês destpêkir, û asta navendî beşê bazirganiyê li bajarê Qamişlo bi dawî kir.

 

Şehîd “Ferhad “,bavê Nisrîn ji malbateke naskirî û xwedî rol û bi bandor bû, welatparêz û niştîmanperwer bû, û cihê xwe di nav civaka Kurdî de li Kurdistana Sûriyê de girtibû.

 

( Bavê Nisrîn )di ciwaniya xwe de tevlî nava refên Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya bû, bi dilsozî kar û xebata xwe ya niştîmanî û kurdayetî di tevgera kurdî de dikir, ku bi bîr û beweriyeke bihêz bi dibistana rêbaza Barzanî hebû.

 

Û piştî raperîna 12 ê Adara 2004an, ku çirûskên wê li bajarê Qamişlo destpêkir û piştre li hemû bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê hate belavkirin û xwepêşandan hatin li darxistin ku Kurd têde darê zilm û zordarî û tirsê şikand û banga Azadiyê kirin, û rêya têkoşîn bi hêza xwe ya netewayî û yekrêziyê hilbijartin, şehîd ” Ferhad ” yek ji wan ciwanan bû beşdarî xwepêşandanan li dijî kiryarên rêjîma Be’s dibû, lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da êdî şer û pevçûn di navbera rêjîm û xwepêşandaran de derket têde bi sedan ciwan hatin kuştin, birîndarkirin û binçavkirin, dema ku şehîd “Ferhad” di pêkanîna rol û Arkê xwe yê neteway û kurdayetî û mirovatî dirabû di veguhastina şehîd û birîndarên 12 ê Adarê ji bo nexweşxaneyên Qamişlo, lê mixabin ji aliyê rêjîma Be’s ya Esed ve hat girtin û zindankirin ji bo helwest û mêrxasiya wî ya netewayî, her ku di zindana navendî ya li bajarê Hesekê de , ji ber ku “Ferhad ” nexwest navê hevalên xwe yên beşdar di serhildanê de eşkere bike rastî lêdan û Îşkenceyeke tund hat kirin û ev yek bo sedema ku “Ferhad Mihemed Sebrî ” Jiyana xwe ji dest bide û tevlî nava refên pakrewanên 12 Adarê bibe…

 

Û di roja “8” Nîsana 2004 an, pakrewan “Ferhad ” li goristana ” Mehmeqeya ” ya li bajarê Qamişlo bi xakê hat spartin.

 

Êdî her sal salvegera şehîd ” Ferhad ” ji aliyê dost û heval û Partiya wî ve tê bi bîranîn , ku herdem xwîna pakrewanên serhildana Qamişlo zindî dimîne di bîra her Kurdekî de.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.