المجلس الوطني الكوردي في سوريا

WEZARETA BEREVANIYA AMERÎKAYÊ (PENTAGON) PIŞTÎ 3 ÊRÎŞAN LI SÛRIYÊ GIRTINA SERKIRDEYEKÎ DAIŞê YÊ NAVDAR RAGIHAND.

0 69

 

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) piştî 3 êrişan, li Sûriyê girtina serkirdeyekî DAIŞê, yê navdar ragihand.

Di roja Sêşemê 20.12.2022an de, Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê ragihand, ku di heyama 48 saetên borî de, 3 êrişên bi helîkopteran li rojhilatê Sûriyê pêk anîne û 6 çekdarên DAIŞê jî hatine girtin.

 

Serkirdayetiyê di daxuyaniyekê de got, ku yek ji girtiyan endamekî navdar ê rêxistinê li Sûriyê bû û di pêkanîna êrîşan de li wî welatî beşdar bû.

 

Bi sedan leşkerên Amerîkî di nava koalîsyona bi pêşengîya Amerîka de, li dijî rêxistinê cih digirin û bi hevalbendên xwe yên ji Hêzên Sûrîya Demokratîk re şer didomînin.

 

Dem bi dem, hêzên Amerîkî û hêzên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Waşinton dest bi êrişan an avêtina firokeyan li dijî endamên gumanbar ên DAIŞê dikin.

 

Ji sala 2014an ve, hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê helmetek li dijî DAIŞê birêve dibe, ku di Adara 2019an de bi Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştevaniya Amerîka, bi pêşengiya şervanên Kurd, bidawîhatina wê rêxistinê piştî bidawîhatina şerê dawî ragihand. Li gundê Baxozê yê sînorê Iraqê li dijî wê şer dike.

Piştî ku rêxistin li Sûriyê hat jinavbirin, çekdarên wê bi giranî xwe spartin biyabana Sûriyê, ku dikeve navbera parêzgehên Humsê û Dêrezorê li ser sînorê bi Iraqê re, û gelek xwe li gund û deverên cuda vedişêrin.

Û hêzên Amerîkî serkeftina xwe di çend operasyonan de ragihand, ku tê de hejmarek ji serkirdeyên DAIŞê bi serokatiya Ebû bekir El-Bexdadî di Cotmeha 2019an de kuştin.

 

Jêder:Yekîtî Mediya

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.