المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Tirbespiyê , salvegera 45emîn koçbarkirina Barzaniyê nemir hate vejandin..

0 98

Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriya, roja Înê“1” Adara “2024”an, salvegera “45” emîn, li ser koçbarkirina Bavê giyanî yê gelê kurd “Mela Mistefa Barzanî vejand .

 

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna serkirde û nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştîmanî û herwiha rêxistinên jin û ciwanan.

 

 

Û Di destpêkê de xulekek bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

 

Û çend gotin di ahinga salvegerê de hatin gotin.

 

Gotina ENK_Sê, ji aliyê “Ebdulbarî Xelef” endamê desteya serokatiya ENK_Sê, ve hate xwendin, têde li ser kar û xebata Barzaniyê nemir di tevgera siyasî kurdî de kir.

 

Gotina PDK_Sê, ji aliyê “Mihemed Salih Şelal” endamê komîteya navendî ve hate pêşkêşkir, û têde behsa destanên berxwedan û mêrxasî û qehremaniyê di dîroka bavê netewa miletê Kurd Barzaniyê nemir de kir.

 

Û herwiha çend helbest li ser Barzaniyê nemir ji aliyê helbestvan Qasim Mirîka ve hatin pêşkêşkirin.

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku di “1” ê Adara sala “1979”an, Mela Mustefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawî kir, û li bajarê ” Şino” yê Rojhilatî Kurdistanê bi axê hat spartin ..

 

Û piştî reparîna Adara sala “1991”an, termê Barzaniyê nemir û kurê wî Idrîs Barzanî ji Rojhilatî Kurdistanê bo herêma kurdistanê cihê jidayîbûna Barzanî hatin veguhastin û li navçeya Barzan bi xakê hatin spartin di sala 1993an .

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.