المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Tirbespî.. PDK-S û xwecihiya ENKSê pêşwaziyê li mêvanan bi bûneya serbestberdana Ednan Remo ji zindanên PYDê, dikin.

0 101

Tirbespî.. PDK-Sê û xwecihiya ENKSê pêşwaziyê li mêvanan bi bûneya serbestberdana Ednan Remo ji zindanên PYDê, dikin.

Duho roja duşemê 15ê Nîsana 2024an, Ednan Ismaîl Remo, endamê encûmena herêmî ya partiya Demoqrata Kurdistan_Sûriya, û endamê xwecihiya Tirbespiyê ya Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriya, piştî 490 rojan ji girtinê di zinadanê PYDê , de serbest hat berdan.

 

Îro roja sêşemê 16ê Nîsan 2024an,li bajarê Tirbespî, PDK-S û xwecihiya ENKSê pêşwaziyê li mêvanan bi bûneya serbestberdana Ednan Remo ji zindanên PYDê, dikin.

 

Tê zanîn ku Îro 2 ê Nîsanê, di demjimêr 4 ê piştî nîvro, rojnamevan “Ehmed Sofî” li ser rêya Dêrikê_Bana Qesrê, ji aliyê çekdarên bi ser PYDê ve hat revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin، ta niha jî tu agahî li ser tune ne.

 

Û di 29 ê Adarê de rojnamevan û endamê Partiya Demoqrata Kurdistan _Sûriya, “Rakan Ehmed” li bajarê Girgê Legê hate girtin.

 

Di 1 ê Nisanê de rojnamevan û endamê xwecihiyê Girgê Legê ya bi ser ENKSê ve, “Merwan Hisên Leyanî” girtin .

 

Û di 2 ê Nîsanê de li bajarê Dêrikê yê Kurdistana Sûriyê ” Hesam Abdullah Dorsin, pismamê serkirde Behzad Dorsin hate girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

 

Û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.