المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Sinçeqê.. salvegera 45emîn koçbarkirina Barzaniyê nemir hate vejandin..

0 133

Encûmena xwecihiya Sinçeqê ya bi ser ENK_Sê ve، roja Înê“1” Adara “2024”an, salvegera “45” emîn, li ser koçbarkirina Bavê giyanî yê gelê kurd “Mela Mistefa Barzanî vejand .

 

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştîmanî û herwiha rêxistinên jin û ciwanan, herwiha bi amadebûna Koma Orkêş ya huner û filklora Kurdî.

 

 

Û Di destpêkê de xulekek bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir،piştre Narîn Murad bixêr hatina hemû mêhvana kir.

 

Û herwiha çend gotin di ahinga salvegerê de hatin gotin.

 

Gotina ENK_Sê, ji aliyê “Bavê Nûbar ” ve hate xwendin, têde li ser kar û xebata Barzaniyê nemir di tevgera siyasî kurdî de kir.

 

Gotina PDK_Sê, ji aliyê “Celal Yûsif ” endamê komîteya herêmî ve hate pêşkêşkir, û têde behsa destanên berxwedan û mêrxasî û qehremaniyê di dîroka bavê netewa miletê Kurd Barzaniyê nemir de kir.

 

Û herwiha çend Stran ji aliyê herdû kulîlkên koma Orkêş ” Boran Zaza, Laçîn ve li ser Barzaniyê nemir ve hatin pêşkêşkirin.

 

Û di dawiyê de belgefîlmek li ser dîrok û jiyana Barzaniyê nemir hate pêşkêşkirin.

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku di “1” ê Adara sala “1979”an, Mela Mustefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawî kir, û li bajarê ” Şino” yê Rojhilatî Kurdistanê bi axê hat spartin ..

Û piştî reparîna Adara sala “1991”an, termê Barzaniyê nemir û kurê wî Idrîs Barzanî ji Rojhilatî Kurdistanê bo herêma kurdistanê cihê jidayîbûna Barzanî hatin veguhastin û li navçeya Barzan bi xakê hatin spartin di sala 1993an .

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.