Roja pêncşemê 13ê Nîsana 2023an, serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,bi serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re..
Û herwiha di derbarî vê civînê de ,Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, “Di hevdîtinê de her du aliyan behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê û Iraqê de kirin û tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên di hemû waran de hat axavtin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Meloni tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser giringiya peywendiyên Îtalyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û aştî û aramiya wan kir.
Her wiha pêşhatên dawî yên Iraqê, gotûbêj û pêngavên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rewşa herêmê mijareke din a hevdîtinê bû.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî