Home / Uncategorized / ŞANDEKE PDKSê SERDANA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR LI TIL TMIR YA BI SER ENKSê VE KIR. 

ŞANDEKE PDKSê SERDANA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR LI TIL TMIR YA BI SER ENKSê VE KIR. 

Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanî-Sûriyê serdana xwecihiya Barzaniyê Nemir li Til Temrê ya bi ser ENKSê ve kir.

Herwiha şanda mêvan bi serokatiya Mamoste Neşet Zaza endamê Ofîsa Siyasî û mamoste Nafih Ebdullah endama Komîteya Navendî û endamên komîteya herêmî ya partiyê di rêxistina Ebû Rasên de amade bûn.

Herwiha Şande ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Qasim Ahmed û hejmarek ji endamên xwecihiyê ve hatin pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de, pêşhatên siyasî yên dawî li ser qada navdewletî, navçeyî û navxweyî bi taybetî rewşa bajarê Til Temirê gotûbêj kirin.

Herwiha rewşa xwecihiyê ji aliyê serokê xwecihiyê ve hat şirovekirin û di dawiyê de, serokê xwecihiyê spasiya şanda mêvan kir.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.