المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Rûsiyayê li Hewlêrê kir.

0 66

Roja sêşem 06.09.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Maksîm Robîn Konsolê nû yê Rûsiya li bajarê Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsiya hatin guftûgo kirin û tekez li ser pêşxistina peywendiyên her du aliyan û bi taybetî li warê aborî û xwendina bilind de kirin.

 

Li beşeke dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Rûsyayê ya li erk û karên wî da ..

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.