المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serok Barzanî Baca rijandina xwîna kurdan gelekî mezine..

0 139

Îro Roja şemiyê 2ê Êlûnê,Welatiyên Kurd ên Kerkûkê li dijî girtina rêya Kerkûk – Hewlêrê ji aliyê Heşdî Şeibî ve, nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan dan û daxwaza vekirina rê kirin.

 

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin. Welatiyên Kurd ên Kerkûkê îro Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan dan û daxwaza vekirina rê kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa ewlekariya Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, pêwîstiya bajêr bi cîbicîkirina yasa û destûrê heye

 

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî got:

 

Girtina rêya Hewlêr-Kerkûkê di 6 rojên borî de neyasayî bû, mixabin heta niha jî ev kiryara neyasayî ji aliyê rêveberiya Kerkûkê ve nehatiye rawestandin!

 

Kerkûkê pêwîstî bi cîbicîkrina yasa û destûrê heye û bi ti awayî pêwîstî bi karên neyasayî yên zêdetir nîne.”

 

Nêçîrvan Barzanî da zanî, piştî ku rêveberiya Kerkûkê destwerdan li vê rewşê nekir, wî karê neyasayî bandor li ser jiyana nişteciyên Kerkûkê kir û got:

 

welatiyên Kurd nerazîbûna xwe nîşan da. Mixabin bi tundî bersiva wan hate dayîn û gencek şehîd bû û çend kes jî birîndar bûn.

 

Em bi dilgiraniyeke mezin li van aloziyên ewlehiyê dinêrin û rewşê ji nêz ve dişopînin, em bi tundî gulebarankirin û destdirêjahiya bi çekan li dijî xwepêşanderên sivîl şermezar dikin.

 

Çêkirina aloziyan û têkdana ewlehiyê li Kerkûkê, metirsiyeke cidî li ser pêkvejiyan, ewlehî û aramiyê çêdike.”

 

Nêçîrvan Barzanî tekez ki ku divî hikûmeta Iraqê tedbîrên pêwîst wergire û got:

 

“Erkê hêzên ewlehiyê ye ku bê cudahî ewlehiya hemû pêkhateyên Kerkûkê biparêzin û kesên teqe kirine rûbirûyê yasayê bikin.”

 

Nêçîrvan Barzanî herî dawî got, “Berpirsiyariya hemû aliyane ku aramî û asayîşa Kerkûkê biparêzin û bi ti egerekê rê nedin rewşa ewlehî parêzgehê têk biçe.

 

Divê hemû alî xweragir bin û rê bêne vekirin daku li Kerkûkê jiyana welatiyan aram û asayayî bibe.”

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.