المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SENATORÊ AMERÎKÎ:EM Ê LI DIJÎ DÎKTATORAN PARASTINA SÛRIYEYEK AZAD Û DEMOKRATÎK BIDOMÎNIN. 

0 145

Senatorê Amerîkî Jo Wilson di gotarekê de, di rûniştina Civata Nûneran ya Amerîkî de jibo gotûbêjkirina proja yasayê (li dijî normalîzekirina bi rejîma Esed re) got ku “hêza Beşar Esed di binpêkirinan de bi saya piştgiriya Rûsya û Îran e”.

 

Senator Wilson ku Serokê komîteya Karûbarên Rojhilata Navîn a Komîteya Karûbarên Derve ya Kongreya Amerîkayê ye, diyar kir ku “xwepêşanderên aştiyane yên alîgirên demokrasiyê rastî hovîtiyên nayên vegotin. Ya ku li Sûriyeyê qewimî komkujiyek bêmerhemet, destavêtina sîstematîk bû. û şerê kîmyayî li dijî gelê Sûriyê tê bikaranîn.”

Wî amaje bi wê yekê kir ku Beşar Esed “bi tenê kar nekir, û şiyana wî ya kuştina opozîsyonê û vegerandina axê bi saya piştgirîya tawankarên cengê û peymanên gendeliyê yên wek Pûtîn û rejîma Îranê pêk hat.”

Derbarê proja yasaya (li dijî asayîkirina bi Esed re) Senator Wilson got, “Ez spasdar im ku pêşnûmeya qanûnê ya ku ji aliyê her du partiyan ve hatiye pêşkêşkirin, siyaseta Amerîkayê ya ne asayîkirina peywendiyan bi rejîma hov a Esed re piştrast dike.”

 

 

Wî got jî ku proja yasa “Esed berpirs dibîne, û mîkanîzma şefafîyetê ya berfereh dihewîne ji bo rêgirtin li beralîkirin yan dizîna diravên Neteweyên Yekbûyî ji bo berjewendîya rêjîma Sûrî, di nav de parastina bihêz ji bo alîkarîyên mirovî”.

Û di dawiya axaftina xwe de amaje bi gelê Sûriyê kir û got: “We ji bîr nekir û tu carî ji bîr nakin, û welatê we xwedî dîrokeke dewlemend a demokrasiyê ye, û em ê berdewam bin li ser parastina Sûriyeke azad û demokratîk li hember dîktatorên ku demoqrat û demokrasiyan dagîr dikin, serweriya hiqûqê.”

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.