Home / Uncategorized / SEKRETÊRÊ “YEKÎTÎ KURDISTANΔ:WAŞINTON JI BO SERKEFTINA DANÛSTANDINÊN KURDÎ ZEXT NEKIRIYE.

SEKRETÊRÊ “YEKÎTÎ KURDISTANΔ:WAŞINTON JI BO SERKEFTINA DANÛSTANDINÊN KURDÎ ZEXT NEKIRIYE.

Oso ji Rojnameya Şerq El-Ewset re(Rojhilata Navîn) got: Ti alternatîva Sûriyê ji maseya danûstandinan re nîne.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî wê di nava çend rojên bê de, di nava aloziyên navneteweyî û herêmî û peyamên normalîzekirina Tirkiyeyê bi rejîma desthilatdar re, konferansa xwe ya çaremîn a giştî li dar bixe.

Endamê desteya Serokatiya Encûmena Kurdî û Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriyê Silêman Oso ji rojnameya Şerq El-Ewset re(Rojhilata Navîn) ragihand ku wan hemû amadekariyên destpêkê ji bo lidarxistina konferansê temam kirine, piştî hilbijartina kesayetên netewî yên serbixwe li hemû herêman.

Got jî: “Belgeyên konferansê piştî gotûbêjkirina li gel partiyan, kesên serbixwe û rêxistinan û pêkanîna komîteyeke amadekar bo cîbicîkirina hemû rêkarên lojîstîkî bo lidarxistina wê, temam bûn”.

Û derbarê dabeşkirina navmala navxwe ya Kurdî tevî hewlên Amerîka û hewlên Fransa û piştevaniya aliyên Kurdistanî ji bo yekrêziya rêzên siyasî.

Oso got ku partiyên tevgera kurdî sê peyman “Hewlêr 1” û “Hewlêr 2” di sala 2013an de û “Dihok” di 2014an de bi Partiya Yekîtiya Demokrat re, di bin çavdêriya serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî,kirine.

Got jî:”Mixabin PYDê pabendî wan rêkeftinan nebû û ji wan rêkevtinan dûr ket, paşê destpêşxerîya Amerîka di destpêka sala 2020an de bi garantîya serokê (Hêzên Sûrîya Demokratîk) Mezlûm Ebdî bo cîbicîkirina naveroka rêkeftinê hat”.

Oso,bal kişand ser cidiyeta aliyê Amerîkî di serkeftina gotûbêjan de, û sponseriya wê ji diyalogên rasterast re ku di wê demê de nêrîneke siyasî ya hevbeş ragihandin û razî bûn ku lêvegera Kurdî li ser bingeha Rêkeftina Dihokê ava bikin. bêyî ku pêşketin çêbibe û bikeve meriyetê, piştre nêzî du salan bûye hevdîtin rawestiyane.

Betalkirina danûstandinan

Endamê desteya Serokatiya Encûmena Kurdî berdewamiya çend mijarên nakok, û berdewamiya gotûbêjan ji bo derbaskirina astengan venaşêre.

M.Silêman Oso got: “Aliyê din bi lez kar kir ku danûstandinan rawestîne, û PKK destwerdan kir û dezgehên ewlekarî û Rêxistina Ciwanên Şoreşger beşdar kir, û binpêkirinên xwe li dijî endamên Encûmenê zêde kirin.Ji girtin û êrîşên li ser alîgir û çalakvanên Encûmenê û rojnamevanan, şewitandina baregeha wê, revandin û leşkerkirina zarokên temen biçûk, ta sabotekirina wan gotûbêjan.

Piştre jî ji aliyê xwe ve, bidawîbûna danûstandinan ragihand û bi dîtina min, Waşintonê zexta pêwîst li ser Partiya Yekîtî nekiriye ji bo temamkirina vê rêkeftinê.”

Di wê demê de, Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê Dêvêd Birwniştayîn belgeyek garantî pêşkêş kir ku li gorî wê danûstandin di navbera her du aliyên tevgera kurdî de “Encûmena Kurdî” û “Partiyên Yekîtiya Kurdî” ji nû ve dest pê bikin”.

Oso,da zanîn ku Birwniştayîn û Mazlûm Ebdî ew îmze kirine û got, “Lê Partiya Yekîtî ji bo cîbicîkirina şert û mercên belgeyê ti îradeya xwe nîşan neda.

Heman tişt bi nûnerê Amerîkî Matiyol Bîrl re jî hat dubarekirin û binpêkirinên xwe yên li dijî Encûmenê berdewam kirin û daxuyaniyên xiyanetê li ser rêberên Encûmenê dan”.

 

Her wiha Oso, anî ziman ku nerîna siyasî û belgeya garantiyê “nerastiya îdiayên wan piştrast dike.

Binpêkirinên Partiya Yekîtî yê ku rê li ber wan danûstandinan girtiye û Wezareta Derve ya Amerîkayê jî bi sedem û aliyên ku danûstandin bi yekcarî rawestand agahdar e.”

Karkirina bi opozisyonê re

Oso, amaje bi wê yekê kir ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ku di dawiya sala 2011an de, bi armanca yekrêziya aliyê tevgera kurdî û yekkirina gotina siyasî li ser pirsên netewî û neteweyî yên kurdî yên Sûriyê, hate damezrandin, karê xwe yê siyasî û çarenivîsa xwe bi “ çarenûsa piraniya Sûriyê.

Li gorî vê encûmen tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê bû.

Her wiha Oso, dîmenê Sûriyê weke qadeke vekirî ji destwerdan û nakokiyên navçeyî û navdewletî re û çareserkirina hesabên wan li ser hesabê berjewendiyên gelê Sûriyê bi nav kir û got: “Guhertinên mezin di şoreşa Sûriyê de çêbûn û destwerdana hin welatan bû. bandoreke girîng li ser xwarina dubendî û nakokiyên navxweyî yên Sûriyê, di nav de tevgera siyasî ya kurdî.

Derbarê hilbijartina wan a ji bo karkirina di nava refên opozîsyonê de jî Oso,diyar kir ku “xwezayî ye ku helwesta Kurdan bi şoreşa azadî û rûmetê re li aliyê opozîsyonê ye.

Encûmen tevlî hevbendiyê bû li gorî belgeyeke siyasî ya ku di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin,” tekez kir ku di baweriya wan de tu alternatîvek tune ye ji bo rûniştina hemû Sûriyan li dora maseya danûstandinan di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê çareserkirina pirsgirêkên,krîza Sûriyê, ya herî sereke biryara 2254 e.

Serkirdeyên Encûmenê di nîvê sala 2020ê de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oglo re hevdîtinek pêk anîbûn û di civînê de gotûbêjên navxweyî yên di navbera aliyên Kurdî de hatin gotûbêjkirin.

 

Oso got:”Me eşkere kir ku danûstandinên Kurdan ne li dijî Tirkiyê û ne li dijî ti welatên cîran e. Me ji hevkarên xwe yên hevpeymaniyê re jî got ku rêkeftina Kurdî û Kurdî dê xizmeta opozîsyonê bike û dê bibe pêngavek di rêya yekkirina rêzên wê de.Tevî helwesta hevpeymaniya opozîsyonê ji PYDê.

Oso, hebûna pêşketinan di rewşa kurdî de di dema niha de red kir û sedema wê jî bi wê yekê vegot ku “ne mimkun e ku mirov xwe bispêre ti destpêşxeriyeke herêmî ku bikaribe rastiya tevgera kurdî biguherîne û heta li ser asta Sûriyê. ji ber ku mijar bi giranî bi têgihîştina welatên xwedî bandor di krîza Sûriyê de û di serî de Amerîka û Rûsyayê ve girêdayî ye.

 

Oso, li ser hevdîtinên wan yên bi şandên Amerîkî re ku serdana herêmê kiribûn, ku ya herî dawî jî hevdîtina wan bi balyoz Nîkolas Granger re bû, di dawiya meha Tebaxê de, Oso diyar kir ku helwêstên rêveberiyên Amerîkî ji destpêka artêşbûna xwe ve heta niha neguheriye. Destwerdana li Sûriyê di sala 2014an de. Di hevdîtinên me yên rasterast bi wan re, ew dibêjin hebûna wan li Sûriyê bi şerê li dijî terorê û piştgiriya wan ji çareseriyeke siyasî re, li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî (2254) ve girêdayî ye.

Lê heta îro Waşinton ne xwediyê projeyeke siyasî ya zelal û ne jî stratejiyeke demdirêj ji bo herêmên kurdî û heta ji bo kirîza Sûriyê bi giştî nîne.

 

Oso, tekez kir ku peywendiyên ewlekarî di navbera Tirkiyê û rêjîma Sûriyê de nehatine qutkirin, û her axaftinek li ser nêzîkbûnek di navbera Şam û Enqerê de bi giştî bi hilbijartinên serokatiya Tirkiyê ve girêdayî ye .

Berjewendiyên Tirkiyê bi Rûsyayê re digihêjin hev, ku ji wê daxwazê ​​dike ku pêwendiya xwe bi Şamê re asayî bike, ji bilî helwesta Amerîka ku her têgihîştina yekalî bi rêjîma Esed re li derveyî qubeya Neteweyên Yekbûyî red dike.

û ez bawer nakim ku di vê dosyayê de pêşketinek çêbibe.”

Oso hişyarî da hewlên Rûsiyê ji bo vejandina rêjîmê û guhertina rêyên Astana,Sotşî bi hevkariya Tirkiye û Îranê ji bo ku bibe alternatîfek ji biryarên Neteweyên Yekbûyî û rêya Cinêvê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, lê di dawiyê de. Çareseriyên leşkerî nayên ferzkirin, û çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re bi lihevkirina Amerîkî û Rûsî ve girêdayî ye .

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

 

About ferhad Şêxo

Check Also

DIRBÊSIYÊ : 9EMÎN LI SER SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN EDNAN RUSTIM RE DERBAS DIBE…

Wek tê zanîn di roja pêncşemê, 24.11.2022’an de,bîranîna nehemîn li ser pakrewanbûna pakrewanê şoreşa rûmet …

Leave a Reply

Your email address will not be published.