المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEKRETÊRA PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRAT A KURDISTANÎ SERDANA NÛNERÎTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê KIR

0 52

 

Di roja pêncşemê 3.11.2022’an de, xanim Fesla Yûsif, sekretêra Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanî û endama desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, serdana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlêrê ya paytext Herêma Kurdistanê kir.

 

Herwiha Xanim Fesla Yûsif, piştî ku ji aliyê berpirs û endamên nûnertiyê ve hat pêşwazîkirin, bi zelalî behsa rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdistana Sûriyê bi taybetî kir.

Yûsif, amaje bi kêşeyên li pêşiya tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê û rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî di parastina mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê kir.

Herwiha wê li ser kêşeyên ku rûbirûyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî bûne, wek hevbendiya herî serkeftî di dîroka tevgera kurdî li Sûriyê de, û kêşeyên li pêşiya lidarxistina kongireya wê ya çaremîn, bo çaksaziyê ku tê çaverêkirin di konferansê de were piştrastkirin,axivî.

 

Herwiha girîngtirîn mijarên lezgîn yên di nava xebatên konferansê de hatin nîqaşkirin û di derbarê mijarên navxweyî û derve de helwestên teqez hatin zelalkirin.

Di dawiyê de ji aliyê endamên nûnertiyê ve pirs hatin kirin û ji aliyê xanim Fesla Yûsif bersiv hatin dayîn.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.