ŞANDEKE TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYÊ SERDANA OFÎSA PARTIYA YEKÎTIYA SURYANÎ KIR
Di 9ê Avdara 2024an de, şandeke
Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê serdana ofîsa Partiya Yekîtiya Suryanî li bajarê Qamişlo kir.
Herwiha Şande ji her yek ji mamosteyan Kazim Xelîfê,Feyrûşa Ebdurehman,Welîd Ferman û birêz Resûl Umer endamên ofîsa Cîbicîkar pêk dihat.
Herwiha şande ji aliyê birêz Senehrîb Bersûm hevserokê partiyê û her yek ji birêzan Efram Ishaq û Rûbêl Beho endamên encûmena partiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Şandeyê pîrozbahî û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî partiyê kir bi helkefta lidarxistin û bi dawî hatina kongreya wan ya çaremîn û hêviya serkeftinê ji partiyê re di rê û tekoşîna xwe de xwest û her du aliyan behsa hin mijar û pêşhatên ku diqewimin li herêmê û Sûriyê bi giştî jî kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah