المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE ŞEPÊLA PÊŞEROJA KURDISTAN – SÛRIYÊ SERDANA BARGEHA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKS KIR..

0 184

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Şepêla pêşeroja Kurdistan-Sûriyê kir ji bo pîrozkirina hilbijartinên vê dawiyê.

Di roja pêncşemê 31.8.2023 an nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya şandeke Şepêla pêşeroja Kurdistan-Sûriyê kir.

 

Herwiha şande ji birêzan:Behrî Faris,Umer Emîn û Mihemed Hiso pêk dihat.Û pîrozbahî li nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li ser hilbijartinên wê yên dawî kir.

 

Şande li baregeha xwe ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku şandê pîrozbahî li nûneratiyê kir ji bo hilbijartinên vê dawiyê, hilbijartina serok û rêvebiriya nû, û piştre li ser dawîn pêşhatên siyasî û meydanî yên girêdayî dosya Sûriyê û kurdî kirin, û li ser giringtirîn mijarên ku eleqedarî penaberên li Herêma Kurdistanê hene rawestiyan.Û pêwîste nûneratî rola xwe di şopandina van kêşe û kêşeyan de bilîze û bi rayedarên pêwendîdar re çareser bike.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.