المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE RÊVEBERIYA NAVENDA ASAYÎŞA BEXTIYARÎ LI HEWLÊRÊ SERDANA BAREGEHA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê KIR.

0 152

ŞANDEKE RÊVEBERIYA NAVENDA ASAYÎŞA BEXTIYARÎ LI HEWLÊRÊ SERDANA BAREGEHA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê KIR.

 

Şandeke Rêveberiya Navenda Asayîşa Bextiyarî li Hewlêrê serdana baregeha nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir.

 

 

Roja Yekşemê (2.6.2024) şandeke Rêveberiya Navenda Asayîşa Bextiyarî li Hewlêrê bi serokatiya Kolonel Mihemed Ebdulezîz Rêveberê Navendê û şanda pê re serdana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir.

 

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî hate gotûbêjkirin û tekezî li ser rewşa penaberan û kêşeyên ku bi giştî rûbirûyê wan dibin û çawaniya dabînkirina hêsankariyan ji aliyê rêveberiya Asayîşê li navçeyên Hewlêrê, taxên wê û li kampên penaberan hate kirin.

 

 

Kolonel Mihemed tekezî li ser giringiya hemahengî, pêşkêşkirina pêşniyaran û xebateke cidî ji bo xizmetkirina penaberan û dabînkirina hemû asankariyên ku êş û azarên wan kêm dike, kir û ew pêşniyar û çavdêriyên ku nûneratiya Herêma Kurdistanê pêşkêşî Encûmena Niştimanî ya Kurdî kirine dê bêne şopandin.

 

 

Serokê Nûnertiyê Cedan Elî li ser navê nûnertiyê spasî û spasiyên xwe pêşkêşî rêveberiya navenda Asayîşa Bextiyarî kir ji ber hewlên ku di warê xizmetkirina penaberan de û asankariyên ku ji wan re tên pêşkêşkirin, bi taybetî Herêma Kurdistanê “Penaberên Kurd ên Sûriyê li mala xwe ya duyem, li ser axa xwe, di nav malbatên xwe de ne wek mêvan” dibîne.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.