المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR)SERDANA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA( ENKS) KIR

0 76

ŞANDEKE PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR)SERDANA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA( ENKS) KIR

 

Şandeke partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) serdana nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê kir

Di roja dûşemê 29.4.2024an de, Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Partiya Maf û Azadan kir.

Şand ji nûnerê partiyê li Herêma Kurdistanê birêz Mihemed Şêrîn Teymûr û rojnamevan Sedîq Arîn pêk hatibû.

Şande li baregeha nûneratiyê li Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtinê de,rewşa siyasî ya Sûriyê û Tirkiyê bi giştî û rewşa kurd bi taybetî û pêşhatên dawî yên li navçeyê diqewimin hatin gotûbêjkirin.

Di dawiyê de, her du aliyan tekezî li ser handankirina têkeliyên Kurdistanê û berdewamiya peywendiyên dualî yên di navbera her du aliyan de kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.