المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE PARTIYA AZADÎ YA KURDISTANÎ – TIRKIYA SERDANA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê kir..

0 56

Îro di roja dûşemê 19.9.2022an de, Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Partiya Azadî ya Kurdistanî – Tirkiyê kir.

Şande ji: – Serokê Partiyê birêz Mustefa Ozcilîk û Alîkarê Serokê Partiyê Orhan Kaya pêk dihat.

Her wiha Piştî ku şande ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve, hatin pêşwazîkirin, birêz Mustefa Ozcilîk li ser dîroka Partiya Azadî û zagonên partiyan li Tirkiyê axivî.

Her wiha bi berfirehî li ser hewlên partiyên Kurdistana Tirkiyê ji bo avakirina eniyeke kurdî ji partiyên kurdî li Tirkiyê axivî.

Got jî: hikûmeta Tirkiyê bi berdewamî hewl dide dengê partîyên niştimanî yên Kurd bifetisîne, ji ber ku heta niha hebûna gelê Kurd li Tirkîyê pênas nake û peyva Kurdistanê red dike.

Ozcilîk bal kişand ser polîtîkaya şaş a HDPê ya ku nikare ji bin kirasê PKKê derkeve û her tim dixwaze îmkanên gelê Kurd ber bi rêyên çewt ve biçe.

Û wî hêvî kir ku pêwendiyan di navbera partiyên kurdî yên çar parçeyan de hebe.

Her wiha Piştî wê Dr.Kawa Azîzî behsa rewşa trajîdî ya gelê Kurd li Sûriyê û guhertinên demografîk û koçberkirina wan kir, ku gihiştiye sînorên metirsîdar.

Û Azîzî, amaje bi siyaseta navdewletî kir ku ne eleqedar e bi karesata gelê Sûriyê û astengiyên cidî yên li pêşiya danûstandinên Cinêvê di navbera rêjîm û opozisyonê de di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de.

Wî amaje bi destwerdana eşkere ya PKKê di karûbarên Kurdistana Sûriyê de û arastekirina siyaseta Rêveberiya Xweser li gor îradeya ajandayên navdewletî kir û amaje bi wê yekê jî kir ku PYDê jî di bin bandora PKKê de ye û siyaseta xwe li Sûriyê cîbicî dike. ku weke metirsî li ser pêşeroja doza Kurd li Sûriyê tê dîtin.

Di encamnameyê de, her du alî tekezî li ser handankirina peywendiyên Kurdistanî û berdewamiya peywendiyên du alî di navbera her du aliyan de kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.