المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê PÎROZBAHIYA PDK-I KIR.

0 76

Di roja sêşemê 13.9.2022an de, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, li gel Ofîsa Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê civiya.

 

Şanda nûneratiyê ji aliyê birêz:

– Mihemed Nezîf Qadrî,endamê ofîsa siyasî

– Mihemed Salih Qadrî, berpirsê ofîsa pêwendiyan ve hat pêşwazî kirin.

 

Şanda nûneratiyê ji:

Dr.Kawa Azîzî, serokê nûnertiyê, Şemis Şerîf, Asmehan Dawid, Margirêt Hesaf, endamên nûnertiyê.Pêk dihat.

 

Di destpêkê de, Dr. Kawa behsa girîngiya yekrêziya rêza Kurdî kir û got ku piroseya yekrêziya di navbera her du aliyên demokrat de, pêngaveke mezine ji bo yekrêziya rêza Kurdî ku tûşî nakok û parçebûnê dibe.Û anî ziman ku ev pêvajo ji aliyê hemû hêzên Kurdistanî yên li çar parçeyên xwe ve, ji ber ku PDK-I temsîla wê dike, bi bilindî hate nirxandin.

 

Her wiha birêz Mihemed Nezîf Qadrî behsa dostanî û peywendiyên berdewam ligel tevgera kurdî li Sûriyê kir, ji ber ku ew dostên berê ne û ji salên heştêyî yên sedsala borî ve pêwendiyên me hene.

 

 

Di dawiyê de, her du aliyan tekez kirin ku dê di rojên pêş de hevdîtin dubare bibin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.