Şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê bi serokatiya mamoste Ced’an Elî serokê Nûneratiyê , ligel berpirsê dosya Sûriyê li Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê birêz Hemîd Derbendî re civiya.
Îri roja çarşemê 6.3.2024,an de, şandeke nûneratiyê serdana Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlerê kir .
Şand ji van birêzan pêk dihat:
– Ced’an Elî, serokê nûneratiyê
– Raman Mela
– Se’îd Hemê
-Şemis Şirîf
-Margirêt Hesaf
Şandeyê behsa rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî kir.
Şanda nûneratiyê her wiha balkişand li ser wê yekê ku pêwîste mîkanîzmek ji bo hemahengiyê li gel çend wezaret, parêzgar û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bê kirin û pêşniyarên xwe ji bo çareserkirina van arîşeyên penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê di nav kampan de pêşkêş bikin.
Û li derveyê wan di warê xizmetguzariyê de (bi giştî), û ev li cem dezgehên şareza têne şopandin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.