المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina PDK_Sê, li Domîzê serdana mezara Nemiran li devera Barzan kir.

0 132

Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya li Domîz, serdana mezara nemiran mezarê “Mela MISTEFA BARZANÎ Idrîs Barzanî ,li devera Barzan kir..

Ku ji rêxistina Kampa Domîz û Saziya Malbatên Şehîdan Yekîtiya xwendekaran şaxê Duhokê û koma Azadî pêk dihat.

Di destpêkê kak Xelat Barzanî nûnerê Serok Mesûd Barzanî bi xêrhatina mêvanan kir,  Û birêz Hacî Kalo Endamê ofîsa Siyasî ya PDK_SÊ gotinek pêşkêşkir têde ser xebata Bavê mezin bavê Neteweya kurd Mela Mistefa Barzanî axifî , piştire Elfatiha li ser gora nemiran hate xwendin.

Hêjaya were gotin ku dîroka gelê kurd de gelek destanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgeriyê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka kurdî de, lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtiye bi rêberiya bavê netewya miletê kurd Mela Mistefa Barzanî.

 

 

Û tê zanîn ku di sala” 1979″ an de, ji bo nexweşiya penceşêrê li nexweşxana Corc tawn,li Emerîka koça dawî kir,

 

Û herwiha Barzaniyê nemir bi hizir û ramanên xwe gelek xebat û şer û Canfidayî di pirsa kurdî û mafên Kurdistanê de, di kir.

 

Barzaniyê nemir her wê di dilê kurdan de bi mîne…

Ragihandina ENKSÊ

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.