Home / Uncategorized / ŞANDEKE HEVRÊZIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA TÇKSê SERDANA OFÎSA PDKSê YA DOMÎZ KIRIN

ŞANDEKE HEVRÊZIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA TÇKSê SERDANA OFÎSA PDKSê YA DOMÎZ KIRIN

Di roja Sêşemê 25.10.2022’an de,Şandeke Hevrêziya Herêma Kurdistanê ya Tevgera Çaksaziya Kurdï-Sûriye bi serokatiya endamê hevrêziya giştî û nûnerê tevgerê di nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Herêma Kurdistanê M.Wa’il Umer, berpirsê rêxistinê li Dihokê birêz Şiyar Xelo û Endamê Hevrêziya Domîz birêx Xelîl Hesen serdana ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya li Domîz kirin.

Her wiha şande ji aliyê birêz Mihemed Elî Îbrahîm endamê ofîsa Siyasî û berpirsê rêxistina Domîz a partiya PDKSê û hejmarek ji endamên encûmena herêmî a partiyê ve, hatin pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriye, navçe û Kurdistana Sûriyê û behsa rewşa penaberên di kampan de di warê xizmetguzarî, perwerde, tenduristî û civakî û karkirina ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya penaberan hatin gotûbêjkirin.

Her wiha her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiya hevbeş di navbera her du partiyan û aliyên din partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di xizmeta gelê Kurd û doza rewa de kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.