المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandeke ENKSê bi Parêzgarê Hewlêrê re civiya….

0 159

Roja Duşemê 2ê Cotmeha 2023an, Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, bi parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw re civiya..

 

Û herwiha şanda ENK_Sê, bi serokatiya Dr,Ebdulhekîm Beşar”, cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê ,û M,Ibrahîm Biro” endamê desteya Danûstandinan Sûriyê pêk hat….

 

Û ev şanda ji aliyê parêzgarê Hewlêrê “Xoşnaw Omîd ve hatin pêşwazîkirin..

 

Û herwiha di civînê de behsa rewşa penaberên li kampên Herêma Kurdistanê kirin.

 

Di hevdîtinê de bi awayekî giştî pêşhatên herî dawî li ser rewşa Kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin.

 

Û ji rexekî din di civînê de rewşa kampên koçberan li Herêma Kurdistanê bi giştî, bi taybetî, penaberên Kurdistana Sûriyê û projeyên ku li kampên li ser sînorên parêzgehê hatine encamdan, hatin gengeşekirin..

 

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hewlêrê tekez kir ku, ew dê bi hemû şiyanên xwe xizmeta penaberên Kurdistana Sûriyê bikin.

 

Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê spasiya parêzgar û parêzgeha Hewlêrê kir

ji ber xizmetkirina koçber û penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li kampên parêzgeha Hewlêrê ne.

Ragihandina ENK-Sê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.