المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE DESTEYA SEROKATIYA ENKSê SERDANA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê KIR.

0 105

ŞANDEKE DESTEYA SEROKATIYA ENKSê SERDANA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê KIR.

 

Şandeke Serokatiya ENKSê serdana baregeha Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir.

 

 

Di roja çarşemê 8.5.2024an de, şandeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê serdana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê kir.

 

 

Şande ji birêzan: (Serokê Encûmenê Nihmet Dawid, Silêman Oso û Ebdulbarî Xelef) endamên Serokatiya Encumenê pêk hatibû.

 

Şande ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve hatin pêşwazîkirin

 

Di vê hevdîtinê de, şanda mîhvan behsa hevdîtina xwe ya li gel cenabê Serok Mesûd Barzanî û nirxandina rewşa siyasî û pêşhatên navçeyê bi giştî.Û bandorên wê li ser rewşa Sûriyê û rêyên dîtina çareseriyeke siyasî ku trajediya gelê Sûriyê bi dawî bike û bigihêje armancên xwe,

Û herwiha bandora wê li ser siberoja kurdan û çareseriya pirsgirêka wan a netewî jî heye.

Serokatiya Encûmenê jî êş û azarên jiyanî û ewlekarî yên gelê me pêşkêşî cenabê serok kir û tekezî li ser israra Encûmenê li ser berdewamiya têkoşîna xwe û girîngiya bihêzkirina hebûna xwe ya giştî û civakî di civînên siyasî û dîplomatîk de kir

 

Şanda serokatiyê her wiha behsa raporeke berfireh ya ku ji aliyê nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ve hatibû amadekirin ji cenabê serok re pêşkêşî daxwazên gelê me yên li herêmê kir, û cenabê wî tekez kir ku ev daxwaz dê bi rayedarên peywendîdar re û ji bo berdewamiya alîkarî û piştevaniya wî ji gelê me re were şandin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.