المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞAM JI BO NÊZÎKBÛNA BI ENQEREYÊ RE ŞERT Û MERCÊN XWE DIYAR DIKE

0 159

Cîgirê wezîrê derve yê rêjîma Sûriyê Eyman Sûsan di hevdîtina xwe ya îro de, di serokatiya şandeke pêwendîdar di wezaretê de bi Mîxaîl Bogdanov re, nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve, li baregeha Wezareta Derve ya Rûsyayê li Mosko,tekezkirina rêjîma Esed li ser şert û mercên vegerandina peywendiyan bi Tirkiyê re nû kir.

Herwiha li gorî ajansa nûçeyan a rejîmê, SANA, Sûsan tekezî li ser pêwîstiya bidawîkirina hebûna Tirkiyê li ser axa Sûriyê û ne destwerdana di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de, û şerê li dijî “terorîzmê” bi hemû şêweyên wê kir.

Li gorî ajansê, di hevdîtinê de, şêwir û hemahengî di navbera her du aliyan de derbarê civîna çaralî ya alîkarên wezîrên derve yên rejîmê, Rûsya, Îran û Tirkiyê ku roja Sêşemê tê lidarxistin, pêk hat.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.