المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Duyemîn salvegera koçbarkirina xebatkar ” Hesen Sofî ” li Dêrikê hat vejandin…

0 74

Roja duşemê 3ê Nîsana 2023an, şandek ji Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya û Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKSê ve , bi boneya salvegera 2emîn ya koçbarkirina xebatkar ” Hesen Sofî ”serdana gora wî kirin li gundê Bana Qesrê li Dêrikê kirin..

 

Û herwiha ev şanda PDK-Sê pêk hat ji her yek ji endamê ofîsa Siyasî M,Ebdulkerîm Mihemed, û endamên komîteya navendî M,Salih Cemîl û M Hisên Silêman, M,Ebdulrehman Qasim, û hejmarek ji endam û kadroyên partî û endamên Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKSê ve ..

 

Û herwiha di derbarê vê salvegerê M,Elî Ibrahîm gotina PDK-Sê û Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKSê ve hate xwendin û têde rola xebatkar ” Hesen Sofî” di karê siyasî û tevgera siyasî û civakî bi awayekî berfireh anîn ziman…

 

Û ji aliyê xwe ve malbata xebatkar Hesen Sofî spasiya amadebûyan kir ..

 

herwiha tê zanîn ku xebatkar ” Hesen Sofî” ji daykbûna sala 1931an, li gundê Bana Qesrê yê bi ser navçeya Dêrikê ve ..

Û xebatkarê kurd ” Sofî” di destpêka damezrandina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya de sala 1957an de tevlî nava refên yekem partî bû û ji bo xebata û têkoşînên wî çendîn caran ji aliyê rêjîmê ve hatibû girtin lê ev yek nedbû kelem li pêşiya berdewamiya xebata ” Sofî ” ya kurdî û niştîmanperwerî…

 

Û herwiha ” Sofî” bi niştîmanperweriya xwe û kar û xebata xwe di tevgera siyasî kurdî de dihat naskirin ..

 

Û di 2ê Nisana 2021an ,ji sedema kirîzeke dil xebatkar ” Hesen Sofî” çû ber dilovaniya xwedê û bi amadebûna partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û kesûkarên wî li goristana gundê ” Bana Qesrê” bi xakê hat spartin…

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.