Home / Uncategorized / Salvegera Heştemîn şehîdbûna pêşmerge ” Seyîd Ehmed Eynê”hat vejandin..

Salvegera Heştemîn şehîdbûna pêşmerge ” Seyîd Ehmed Eynê”hat vejandin..

Roja duşemê ,Salvegera 8emîn, şehîdbûna pêşmerge “Seyîd Ehmed Eynê”hat vejandin .

 

Bi amadebûna Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENK-Sê ve, û partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya û herwiha kesûkarên wî..

 

Û di derbarê vê salvegerê de endamê Xwecihiyê Birêz ” Elî Ibrahîm ” gotinek pêşkêşkir û têde rola pêşmerge û qehremaniya wan di rûbirûbûna rêxistinên terorîst de behiskir.

 

Û herwiha tê zanîn ku pêşmerge “Seyîd Ehmed Eynê” ji dayîkbûna sala 1993an ,li navçeya Dêrikê li kurdistana Sûriyê,bi viyaneke bihêz tevlî nava refên pêşmergeyan bû û li gel hevalên xwe beşdarî şerê terorîstan dibû û di roja 30ê Çileya 2015an ,li navçeya Şendoxa li Herêma kurdistanê di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistinên terorîst yên Daîşê de canê xwe ji dest da..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.