المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera çaremîn a şehadeta Pêşmerge Haşim Ebdulqadir…

0 56

Salvegera çaremîn li ser şehîdbûna  “Haşim Ebdulqadir ” ve derbas dibe, ku xwîn û canê xwe kir qurban di ber xaka Kurdistana pîroz de ..

Hêjaya were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên bi leşkerê roj tên naskirin, di 12/3/2012an de ,bi serpirştiya serokê Netewayî ” Mesûd Barzanî ” hat damezrandin û di bin çavdêriya kadroyên leşkerî de perwerde dibûn..

Û ji dema damezrandina wê ta niha bi hezaran keç û xort birîndar bûna û şehîd ketine .

Yek ji wan pakrewan ” Haşim Ebdulqadir “, ku di roja 14/12/2018″ canê xwe ji dest da di encama bûyerekê de dema ji erkê xwe vedigera …

Û derbarê zaniyariyên bêhtir ser vî şehîdî ev in:
– Pile: Pêşmerge
– ji dayîk bûn: Gundê Ereûr yê bi ser navçeya Girkê Legê ve..

Û herwiha tê zanîn ku şehîdê pêşmerge ” Haşim Ebdulqadir ” tevlî nava refên pêşmergeyan bû yên leşkerê roj û bi dilsozî beşdarî şerê li dijî rêxistinên terorîst dibû da ku milet û xaka xwe ji dijminan biparêzên…

Û di roja 15ê Berçilya 2018an ,şehîd “Haşim ” bi merasîmek geş ji aliyê milet û encûmena Niştimanî û nûnerên partiyan û kesûkarên wî li gundê Ereûr bi xakê hat spartin…

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.