المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 8emîn a Şehîdbûna Pêşmerge “Qehreman Iskan”..

0 95

Salvegera 8emîn a Şehîdbûna Pêşmerge “Qehreman Iskan”..

 

 

Hêzên pêşmergeyên kurdistana sûriyê ku tên naskirin bi navê Pêşmergeyên (leşkerê roj) , ku di roja 12/3/2012 an de, bi biryarekê ji Serokê Neteweyî “Mesûd Barzanî ” hat damezirandin û di bin çavdêriya kadroyên leşkerî yên pêşmerge de perwerde dibûn.

 

û êdî leşkerê roj bûn yek ji wan leşkerên serkeftî , û qehremaniyeke pir mezin dan xuyakirin di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst de ..

 

Û hêzên pêşmergeyên leşkerê roj ji dema damezrandina wê ta niha bi hezaran şehîd û birîndar danîne yek ji wan pakrewanên pêşmerge “Qehreman Iskan”,…

 

 

 

– Pile: pêşmerge.

 

-Jidayîbûn: Amûdê

 

– Cih û rêkefta şehîdbûnê: 12/6/2016 Mehwerê Xazir.

 

 

 

Ku pakrewan ” Qehreman Iskan” di encama şerekî dijwar de di rûbirûbûna rêxistina terorîst a DAÎŞ li devera Xazir gundê Zehra Xatûn roja 12/6/2016an ,jiyana xwe kir qurban ji bo parastina sînor û xaka Kurdistanê ..

 

 

 

Û herwiha tê zanîn ku pêşmerge “Qehreman Iskan ” di sala 1996an de li gundê Bila Zozan yê bi ser Gundewarê bajarê Amûdê ve ji dayik bûye ,û bi Iman û bewerî û bi dilsozî tevlî nava refên pêşmergeyên leşkerê roj bû û cihê xwe di Lîwaya 2an û Fewcê 3 yan de digirt …

 

 

 

Û di roja 12/6/2016″ şêhîdê pêşmerge ” Qehreman Iskan” bi merasîmeke geş û bi hezirbûna nûnerên partiyan û encumena niştîmanî û kesûkarên wî şehîd “Qehreman ” li gundê xwe bi xakê hat spartin….

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.