المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 14emîn ser koça dawî ya Mihemed Nezîr li Qamişol hat vejandin

0 68

Roja pêncşemê 22ê Berçilya 2022an, li Bajarê Qamişlo salvegera 14emîn ser koça Dawî ya Serkirdeyê Partiya Elpartî ” Mihemed Nezîr Mistefa ” hat Vejandin .

Di demjimêr 3 ê piştî nîvro, PDK-Sê salvegera” 14″ emîn, li ser koçkirina xebatkar Mistefa, vejand bi serdana gora wî li goristana” Qidûrbek ”  bi amadebûna hejmarek ji xelkê bajêr, û bi hazirbûna nûnerên partiyên siyasî û herwiha endamên ENKSê.

Di destpêkê de xuleke bê deng li ser giyanê wî hat rawestandin û fatiha li ser giyanê wî hat xwendin û gurzek gul li ser gora wî hat danîn.

û herwiha gotina PDK-Sê  ji aliyê M,”Mihemed Ismaîl endamê Ofîsa siyasî ve, hat xwendin û têde bi giştî li ser jiyana Mihemed Nezîr Mistefa û Kar û xebata wî ya siyasî axifî.

û tê zanîn M,Mihemed Nezîr Mistefa roja 22 meha 12an sala 2008 an, li nexweşxanekê li şamê paytexta sûriyê, koça dawî kir û bi merasîmeke geş ji aliyê milet ve û bi amadebûna keseyetên siyasî li goristana Qidûrbek li Qamişlo, bi axê hat spartin..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.