المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ronahiyek li ser jiyan û dîroka Xebatkar “Mişel Temo”…

0 158

Xebatkar û siyasetmedarê kurd ” Mişel Temo ” kesayetekî azadîxwaz û welatparêz û hezkirîyê dibistan û rêbaza kurdayetiyê bû, xwedî rol û bandor di tevgera siyasî û civakî di dîroka kurdî de hebû, herwiha bi mêrxasî û bi dilsozî kar û xebata xwe ya netewayî ,niştîmanî di ber doza azadiya mafê gelê xwe de her tim berdewam bû …

 

Û xwedan karîzmayeke taybet bû di asta siyasî û civakî ,rewşenbîrî de , cihê xwe di nav civaka kurdî de girtibû,û dilpakê dibistana kurdistanî û netewî bû li kurdistana Sûriyê de …

 

Û di derbarî 12emîn salvegera terorkirina xebatkar “Mişel Temo”ronahiyek li ser jiyan û dîrok û xebat wî di warê siyasî de :

 

-Di sala “1972”an de, Mişel Temo” dest karê siyasî kir , ku di destpêkê tevlî nava refên Partiya Yekîtiya Gelêrî ya Kurdî bû,di dema pist salan kar di wê partiyê de kir , û ji bihêz û xurtbûna xebata wî gihişta asta endamtiya polîtpîroya wê partiyê..

 

_ Di sala “2000” an de , Mişel Temo ” bi pênûsa xwe ya azad berê xwe de karê rewşenbîrî û nivîsandinê ku li gel Hejmarek çalakvanan re beşdarî komîteyên geşkirina civaka sivîl li Sûriyê de kir ku ew yek ji endamê wan komîtan bû ,û di 10/12/2000″ Platforma Celadet Bedirxan a rewşenbîrî damezrandin û Hejmarek ji gotar bi herdu zimanên kurd û erebî nivîsandin …

 

_ Di 29 Gulana sala 2005an de, û piştî serhildana Qamişlo xebatkar” Mişel Temo ” Partiyek bi navê Şepêla pêşeroja kurd li Sûriyê damezrand..

 

Û Xebatkar ” Mişel Temo ” ji ber çalakiyên wî yên rewşenbîrî û siyasî di 15 ê Tebaxa sala 2008 an de,li ser rêya di navbera Heleb û Kobanê ji aliyê hêzên rêjîma Esed ve hat girtin û bi tundî hat îşkencekirin, û di destpêka şoreşa Sûriyê de û piştî ku xwepêşandan li dijî rêjîma Esed xelk derketin kolanan û doza berdana Mişel Temo ” û azadiya mafê gelê kurd kirin, Di Hezêrana 2011an de, xebatkar ” Mişel Temo ” ji zindanê rêjîmê de serbest hate berdan ..

 

Lê girtin û terorkirin, astengî , binpêkirin nebûn rêgir û kelem li pêşiya qeliskirina hizir û ramanên” Temo” yên niştîmanî û bîr û baweriyên wî bi rêbaza Barzaniyê nemir û kurdayetiyê û karê wî nehatrawestandin û herwiha ji ber vê yekê di gotineke xwe de got: Dibe ku hû karibin me bigirin ,zirarê bidin me, îşkenceyê li me bikin, dikarin me bikûjin ,lê hûn ê nikarîbin vîna me û rûmeta me talan bikin ,roj roja rûmetê ye,roja serbilindî ,roja azadî û paşerojê ye ji bo ciwanana e ne ya rêjîmên zalim..

 

Gelê kurd li Sûriyê miletekî resen e û netewayeke sereke ye ku li ser axa xwe ya dîrokî ye ku beşek ji kurdistanê ye , bi van gotinan “Mişel” darê zilm û zorê şikand û bû şehîdê azadî û rûmetê…

 

Û piştî serbest berdana wî Pakrewan ” Mişel Temo ” tevlî Şoreşa Sûriyê bû û piştgiriya xwe ji xwepêşandaran re li dijî rêjîma Sûriyê re ragihand, û piştî avakirina Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya Mişel bo endam di Encûmenê , ..

 

Hêjaya were gotin ku “Mişel Temo ” rêberê Şepêla pêşeroja kurd li Sûriya, ji dayîkbûna sala 1957an,li gundê Cenazaeyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, Di sala 1980 ê de li zanîngeha Helebê beşê Endazyariya Çandiniyê xwendibû,û di sala 1988 an de,ji ber xebata wî yên siyasî ji aliyê desthilata Be’s ve ji karê dewletê hate dûrxistin…

 

Û tê zanîn di 7ê Êlûna Sala 2011an de , Mişel Temo ” rastî hewleke kuştinê hat, lê di roja 8ê Cotmeha 2011an, careke din Xebatkar Mişel Temo ” rastî êrîşeke kuştinê hat, di dema ku Mişel û hin hevalên xwe li Maleke li bajarê Qamişlo di çiviyan , ku 4 çekdarên nenas bi hêza çekan êrîşî wê malê kirin, û Mişel kuştin, herwiha kurê wî Mersêl û çalakvana kurd ” Zahîda Reşkêlo birîndar kirin..

 

Û Kuştina Meşal Temo bû sedema nerazîbûneke tund di nav opozisyona Sûriyê de, bi taybetî li deverên kurdî, ku bi deh hezaran ji wan şeva kuştinê derketin xwepêşandanan li dijî kuştina wî, bi taybetî li bajarên Qamişlo û Amûdê wan peykerê serokê Sûriyê Hafiz el-Esed hilweşand,û herwiha Roja piştî kuştinê 8ê cotmehê , hejmarek ji xwenîşanderan ku tê texmînkirin nêzîkî 50,000 kes bûn li bajarên Qamişlo , Amûdê û Dirbêsiyê derketin ser şîna Meşal û bajarên din ên derdora wê jî ji bo şermezarkirina vê kuştinê gireva giştî hat lidarxistin, lê hêzên ewlehiyê ber bi xwepêşandanên bajêr ve çûn û gule berdan wan û di encamê de bi dehan welatî birîndar û şehîd ketin Xwepêşandanên din li bajarên derdora Sûriyê, di nav de Kobanî,Efrîn , hatin lidarxistin li dijî kuştina Meşal protesto kirin,ku xwîna Temo nayê jibîrkirin û her wê zindî bimîne di dilê her kurdekî de û li ser şopa têkoşer û xebatkaran karê xwe de berdewam bin …..

 

 

Ragihandina ENK_Sê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.