المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJBÛNA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ VE HAT VEJANDIN.

0 89

1903z……2024z

Her Sal di 14ê avdarê de, gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna rojbûna bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

Di roja pêncşemê 14.3.2024an de,bîranîna salvegera 121 saleya rojbûna Barzaniyê nemir bi çandiniya daran li gundê Til Fendî ji aliyê her du xwecihiyên bajarê Hesekê ya rojava û rojhilat yên bi ser ENKSê ve, hat vejandin.

Hêjayî gotinê ye ku rêberê nemir Mela Mistefa Barzanî (1903-1979) roja çardehê Adarê li gundê Barzan ê başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşîna gelê Kurd a li dijî rejîmên dagîrkerên Kurdistanê de cih girtiye, ji bilî beşdarbûna şoreşên Şêx Mehmûd Elhefîd (Silêmanî 1919) û Şêx Se’îd pîran (AMD 1925).

 

di sala 1946an de di avakirina Komara Kurdî ya Mehabadê de di pêşengiya Hakim Mihemed de, di sala 1946an de jî pêşengiya her du şoreşên herî mezin kir.Di dîroka kurdên başûrê Kurdistanê de (Îlon û Gulan).

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.