المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJBÛNA BARZANIYÊ NEMIR BI ÇANDINIYA DARAN LI SER GORÊN PAKREWANAN JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN

0 109

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê, encûmena şehîd Cîwann Elqutna, 120 saliya ji dayîkbûna rêber û bavê ruhanî yê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî bi bîr anî.

Îro di roja Sêşemê,14.3.2023an de,bi boneya rojbûna Barzaniyê nemir encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê serdana gora pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û pakrewanên Pêşmergên Roj yên herêma Dirbêsiyê kirin û dar li ser gorên wan çandin.

 

-Pakrewan Ciwan Elqutna li gundê Til Gidîşê .

-Pakrewan Rodî Elemo li gundê Qerequyê.

-Pakrewan Sîpan Sîno li gundê Kir Kundê.

-Pakrewan Mişel Temo li gundê Cinaziyê.

 

Herwiha bi amadebûna Serokê Encûmenê M.Idrîs Şêx Xelef û hemû endaman li ser gora hemû pakrewanan wêneyê Fatîhê hate xwendin û li ser mezarê wan dar hatin çandin. .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.