المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJA ALA KURDISTANÎ JI ALIYÊ RÊXISTINA HEWLÊRÊ YA PARTIYA DÎMUQRATA KURD LI SÛRÎ VE HAT VEJANDIN. 

0 103

Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Dîmuqrata Kurd li Sûrî, roja Ala Kurdistanî vejand.

Herwiha bi dehan hevrêyên partiyê û alîgirên wê li ber ofîsa partiyê ya li Hewlêrê beşdar bûn.

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin û piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên azadiyê û şehîdên Kurd û Kurdistanê û bi lêxistina sirûda netewî ya Ey Reqîb dest pê kir.

Paşê birêz Osman Menan endamê ofîsa Siyasî ya Partî behsa giringiya vejandina roja Ala Kurdistanî kir ku ew Ala gel, welat, nasnameya neteweyekê û sembola wê ye girêdana neteweyî.

Herwiha di dawiyê de,mamoste Osman Menan spasiya hemû beşdaran kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.