المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Duhokê ya PDK-Sê serdana malbatên pakrewanan kir

0 60

Şandek ji Rêxistina Duhokê ya bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve ,roja înê 16ê Êlûna 2022an, serdana malbata pakrewan ” Comerd Mişo, Silêman Hacî, Ismaîl Osman, Hemdî Cabir kirin..

 

Û herwiha ev şanda PDK-Sê, bi serokatiya M,Hacî Kalo ” endamê komîteya navendî û berpirsê Rêxistina Duhokê pêk hat…

Û Di derbarê vê serdanê de M,Hacî Kalo gotinek pêşkêşkir û têde bi awayekî berfereh behsa rola pêşmerge di şerê rûbirûbûna Rêxistinên terorîst yên Daîşê de kir ji bo berevaniyê di ber xaka kurdistanê de û sînor û miletê kurd biparêze…

 

Tê zanîn, ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana sûriyê ku bi navê ( Leşkerê Roj), Tên naskirin, di roja 12/3/2012an, bi biryarekê ji serokê “Mesûd Barzanî ” hat damezirandin û bi pêşengiya pêşmergeyên zêrevanî perwerde dibin, û êdî Leşkerê Roj bûn yek ji wan Leşkerên serkeftî ku piranî ji kurdên sûriya ne, û di bin çavdêriya kadroyên ji kulîjeyên leşkerî de ne,  .

Û ji ber vê yekê êdî Leşkerê Roj bûne xwedan hêzeke serkeftî û li milê pêşmergê herêmê di cengê de beşdar bû û şer kirin li dijî rêxistina terorîst ya Daîşê li herêma kurdistanê, û Leşkerê Roj ranewestiyan ji bo berevaniyê di ber xaka kurdistanê de bike, û destkeftiyên mezin bi dest xistin …

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.