المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Asûriya Demoqratî serdana ofîsa ENK_Sê kir..

0 115

Şandek ji rêxistina Asûriya Demoqratîk serdana ofîsa Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriya kir ..

 

Û herwiha ev şanda ji aliyê desteya serokatiya ENK_Sê,her yek ji serokê ENK_Sê, Nemet Dawûd ,Fêsel Yûsif ,berdevkê fermî yê encûmenê, Ebdulbarî endamê serokatiya ENK_Sê, ve hatin pêşwazîkirin..

mêhvan pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serokatiya Encûmenê kir bi helkefta wergirtina berpirsatiya Encûmenê di civîna xwe ya niha de.

Di serdanê de pêşhatên derbarê rewşa giştî ya Sûriyê û pirosesa siyasî, peywendiyên dualî di navbera her du aliyan de û pêwîstiya pêşxistina wan û berjewendiya Eniya Aştî û Azadiyê, aktîvkirina rola wê û pêşxistina wê ya siyasî û giştî hatin nirxandin. Serokayetiya Encûmenê spasiya şanda şandê kir ji bo seredana wan ya bi comerdî û hêviya pêşkeftina zêdetir ji birayên rêxistina Aşûrî di karên xwe de xwest.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.