المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÊJÎMA SÛRÎ DERBASBÛNA KESÊN DIXWAZIN DERBASÎ SÛRÎ BIBIN HÊSAN DIKE.

0 102

Rejîma Sûriyê derbasbûna kesên ku dixwazin derbasî Sûriyê bibin hêsan dike.

 

Ji bo hêsankirina hatina wan kesên ku dixwazin derbasî Sûriyê bibin, Wezareta Geştûguzariyê di hikûmeta Sûriyê de xwe amade dike ku platformeke elektronî ji bo dayîna “vîze” ji bo derbasî Sûriyê bike, cuda ji konsulxane û balyozxaneyên li derve.

Malpera Athar Pres, ku nêzîkî rêjîma Sûriyê ye, li ser gotina Mihemed Ramî Martînî, Wezîrê Geştûguzariyê di hikûmeta Sûriyê ragihand, ku kar li ser wê platformê bi hemahengiya di navbera wezaretên geştiyar, navxwe û derve de berdewam e. Ji bo kesên ku dixwazin werin Sûriyeyê ne hewce ye ku serdana balyozxane û konsolosxaneyan bikin, belku ji bo vîzeyê serlêdana xwe pêşkêş bikin û bi rêya platformê vîze bikin ku herî zêde di heyama 72 saetan de encamê bistînin.

 

 

Li gorî çavkaniyê medyayê, ev platform ji bo derbaskirina hemû rewşên dijwar ku geştiyariya Sûriyê tê re derbas dibe, bi taybetî li welatên ku balyozxane û konsulxaneyên Sûriyê lê nîn in, hat.

 

Li gor wezîrê rejîma Sûriyê, kesên ku dixwazin werin Sûriyê, ne hewce ye ku serdana balyozxaneyên Sûriyê yên girêdayî rejîmê li welatên din bikin, belku hebûna înternet û bendera “kompûter an jî mobayil” ji bo tomarkirinê bes e. li ser platformê.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.