RAPOR:RÊJÎMA SÛRÎ JI SALA 2012A VE NÊZÎKÎ 82 HEZAR BERMÎLÊN TEQÎNER AVÊTINE.
Rapor: Rejîma Sûriyê ji sala 2012an ve nêzîkî 82 hezar bermîlên teqîner avêtine.
Di roja, Pêncşemê 12ê Îlona 2024an de, rêxistineke mafên mirovan amarên bombebarana rêjîma Sûriyê li ser parêzgehên Sûriyê bi bermîlên teqîner eşkere kir.Û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku ti şêweyekî peywendiyan bi rêjîmê re venegerîne.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de, ragihand ku firokeyên rêjîma Sûriyê herî kêm 81,916 bermîlên teqîner avêtine ser parêzgehên cuda yên Sûriyê ji Tîrmeha 2012an heta Adara 2020an.
Raporê belge kir ku êrîşên rejîmê bi bermîlên teqîner bûne sedema kuştina herî kêm 11,087 sivîlan, di nav wan de 1,821 zarok û 1,780 jin (jinên temen mezin), û herwiha bûne sedema herî kêm 728 êrîş li ser navendên girîng ên sivîl, di nav wan de 104 êrîş li ser navendên bijîşkî. û 188 li ser dibistanan, 205 li ser mizgeftan, û 57 li ser bazaran.
Herweha hêzên Rêjîma Sûrî 93 êrîş bi bermîlên teqîner barkirî bi gazên jehrîn, û 4 êrîş bi bermîlên teqîner bi madeyên şewitandinê li ser deverên sivîlan pêk anîn.
Di raporê de, delîl hatin pêşkêşkirin ku îsbat dikin ku bombeyên bermîlî çekek bêserûber in û ne mimkûn e ku armancek diyarkirî bi karanîna wan were lêdan, û karanîna wan binpêkirina eşkere ya yasaya mirovî ya navdewletî ye.
Raporê amaje bi wê yekê kir ku bikaranîna bermîlên teqîner ji aliyê rêjîma Sûriyê ve, bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran û hêsankirina proseya kontrolkirina zevî û milkên wan.
Raporê pêşniyar kir ku Encumena Ewlekariyê ya NY pabendbûna rêjîma Sûriyê bi biryara 2139 şermezar bike û wê bi tevahî berpirsyar bibîne ji wêrankirin, koçberkirin, û piştre talankirina zevî û milkan.
Raporê bang li “civaka navdewletî kir ku ti şêweyekî têkiliyan bi rêjîma Sûriyê re venegerîne, ya ku çekên bermîlên seretayî li dijî gelê xwe bikar anîn û bi milyonan Sûrî kuştin, wêran kirin û koçber kirin”.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah