المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA ENDAMEKÎ DESTEYA SEROKATIYA ENKSê KIR.

0 59

NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA ENDAMEKÎ DESTEYA SEROKATIYA ENKSê KIR.

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya endamekî desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê dike

Di roja pêncşemê 12.9.2024an de,nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya birêz Nihmet Dawid endamê desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Sekreterê Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi amadebûna birêz Îbrahîm Biro endamê Komîsyona Danûstandinan li baregeha nûneratiya Sûriyê li Hewlêrê kir.

Li baregeha nûneratiyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Di destpêkê de, mamosta Nihmet Dawid pêşkêşiyek berfireh li ser rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa siyasî ya kurdî bi taybetî pêşkêş kir û balkişand li ser pêşhatên dawî yên li herêmê.

Her wiha bal kişand ser rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û karîna wê ya li hember kêşeyên ku di hemû astan de rû bi rû ne.

Bi hemahengî li gel berpirsên pêwendîdar rewşa penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê, kêşe û astengiyên li pêşiya wan û çawaniya çareserkirin û kêmkirina wan hatin gotûbêjkirin.

Piştî wê nîqaş ji bo endamên nûnertiyê hatin vekirin û nêrînên xwe anîn ziman û gelek pirs hatin kirin û bersivên wan hatin kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.