المجلس الوطني الكوردي في سوريا

QAMIŞLO:(P.D.P.K.S ) Û (T.Ç.K.S) HEVDÎTINEK LIDARXISTIN.

0 149

QAMIŞLO:(P.D.P.K.S ) Û (T.Ç.K.S) HEVDÎTINEK LIDARXISTIN.

 

Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê li ser geşedanên heyî hevdîtinek lidarxistin

 

 

Di 27ê Gulana 2024an de, li bajarê Qamişlo di navbera şandeke ofîsa siyasî ya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û şandeke ofîsa cîbicîkar a Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê de li navenda Tevgerê civînek hat lidarxistin.

 

 

Di hevdîtinê de, rêyên bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên dualî, girîngî û pêwîstiya yekrêziya helwesta Kurdî û amajekirina berjewendiyên hevbeş li gorî bingehên ku li ber çavan re derbas dibin, hatin gotûbêjkirin.

 

Her wiha di civînê de, rewşa siyasî ya giştî ya Sûriyê, çareseriya siyasî ya têkçûyî û rêyên cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 hatin gotûbêjkirin.

 

 

 

Di civînê de, tekezî li ser berdewamiya civînên bi vî rengî hat kirin ku xizmeta doza gelê me yê Kurd li Sûriyê bike.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.