Qamişlo.. Xwecihiya rojavayî ya ENKSê semînareke yasayî bi navê “Destûra çaverêkirî û mafên Kurdan” li dar xist…
Roja şemiyê 3ê Hezêrana 2023an, Encûmena Xwecihiya Rojava yê Qamişlo Semînareke yasayî bi navê” Destûra Çaverêkirî û mafên kurdan”li ofîsa Xwecihiya Rojava yê Qamişlo li darxist..
Û ev yek bi amadebûna serokê Xwecihiya M,Mihemed Ayo û endamên Xwecihiyê û şaxên bi ser Xwecihiyê ve û herwiha bi hazirbûna serkirdaytên partiyên siyasî û kesayetiyên Nivîskar û rewşenbîr û rêxistinên jin û ciwanan..
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û piştre M,Mihemed Ayo ” serokê Xwecihiya Rojava yê Qamişlo bi xêrhatina mêhvanan kir ..
Û ev Semînar ji aliyê Parêzer ” Muaz Yûsif ” ve hate pêşkêşkirin û di Semînarê de gelek xal derbarî destûrê û hûrguliyên destûrê û nêrîna yasayî ya li ser vê yekê zelal kir..
Û herwiha di Semînarê de destwerdan ji aliyê amadebûyan ve li ser destûra Sûriyê û çaverêkirî û mafên Kurdan ve hate kirin..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî