المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo.. TCDê civîna xwe ya asayî li darxist..

0 127

Tevgera Ciwanên Demoqrat îro roja dûşemê 3/7/2023an ,li ofîsa partiya Yekîtiya kurdistanî-Sûriya, civîna xwe ya asayî li darxist,û ev yek bi amadebûna endam û nûnerên tevgerê di Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya..

 

Û Di destpêkê de M,Behzad bi xêrhatina amadebûyan kir û piştre xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û herwiha di naveroka vê civînê de xalên herî girîng yên siyasî û rêxistinî hatin gengeşekirin..

 

Û di civînê de M,Hemza Ismaîl, pêşhatên dawî yên siyasî ser qada Sûriyê bi rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê behiskir..

 

Û ji rexekî din ve derbarî rewşa rêxistinî bi awayekî berfereh ser sekinîn û tekezî li ser çawaniya pêşxistina karê tevgerê di rojên pêde behiskirin..

 

Û ji rexrkî din ve di civînê de behsa serkeftina kongirê Partiya Demoqirata Kurdistan_Sûriya, ku li Hewlêrê paytexta Herêma kurdistanê hatibû li darxistin kirin,û hêviya serkeftin di kar û xebata partiya PDK_Sê re xwestin..

 

Û di dawiya civînê de hemû amadebûyan nêrîn û pêşinyarên xwe diyarkirin….

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.