المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo: PDK_Sê, pêşwaziya şandeke partiya Yekîtiya Sosyalîst kir..

0 138

Roja sêşemê 2ê Çileya 2024an, serkirdayetiya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, pêşwaziya şandeke Partiya Yekîtiya Sosyalîst li ofîsa partiyê li bajarê Qamişlo kir.

 

Ev Şanda ji aliyê Mihemed Ismaîl Sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya, Nafeh Ebdullah, Hesen Remzî û Mihemed Salih Şelal Endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê ve hat pêşwazîkirin.

 

Di vê hevdîtinê de her du aliyan behsa rewşa herêmî, navçeyî û navdewletî û bi taybet kirîza Sûriyê kirin.

 

Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya peywendiyên dîrokî yên di navbera her du aliyan û bihêzkirina wan li ser astên cur bi cur kirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.