المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo :PDK-Sê 66emîn salvegera damezrandina partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya vejand…

0 89

Îro roja çarşemê” 14″ê pûşbera sala” 2023″an, 66 sal li ser damezrandina partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya ve derbas dibe,

 

û ev yek bi beşdarbûna hejmarek ji cemawer û endam û Alîgirên partî û herwiha rêxistinên jinan û tevgerên ciwanan li ofîsa PDK-Sê ya Rojavayî Qamişlo..

 

Û herwiha di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û piştre bi boneya vê salvegerê de gotina partî Demokrata Kurdistan- Sûriya, ji aliyê M,Mihemed Ayo ” ve hat xwendin û têde li ser rol û giringiya kar û xebata partî ji dema damezrandina wê ta niha anî ziman..

 

Û herwiha M,Nemet Dawûd ”gotina Encumena niştîmanî kurdî li Sûriya pêşkêşkir…

 

hêjaya were gotin ku 66 sal kar û xebata partî berdewam e li ser rêça Barzaniyê nemir ta gihiştina kurdan mafên xwe yên rewa ..

 

Û di vê helkeftinê de çend stran ji aliyê koma Narîn a hûner û filklora kurdî û helbest derbarê damezrandina partî hatine pêşkêşkirin….

 

 

 

Ragihandina ENK-Sê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.