المجلس الوطني الكوردي في سوريا

QAMIŞLO: LI SER VEXWENDINA ENKSê XWEPÊŞANDANA PIŞTEVANIYA SERHILDANA GELÊN KURDISTANA ÎRANÊ Û GELÊN DIN ÊN IRANÊ PÊK ANÎN.

0 57

Li ser vexwendina Encûmena Niştimanî ya Kurdî, di roja Duşemê 10.10.2022’an de, danê sibê bi sedan ji gelê Kurd li ber baregeha Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo, bi armanca piştevaniya bi serhildana gelên Kurdistana Îranê û gelên din ên Îranê, xwepêşandanek . li dijî rejîma melayên Tehranê pêk anîn.

 

Yê ku bi dehan salan zilm û zordariya li ser wan gelan dikirin û dikin û ji bo dilsoziya bi malbatên pakrewan re, bi pêşengiya Cîna Amînî ku bû sembola têkoşîna azadiyê û rûmetê ya jinan, pankartên silavkirina pakrewana Jîna Amînî û pakrewanan û têkoşîna gelên Îranê û gelê Kurd bilind kirin.

 

Her wiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên Kurdî,serkirdên ENKSê,şandên xwecihiyên bi ser ENKSê ve,rêxistinên jinan û ciwanan.Her wiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe,nûnerên civaka sivîl……weha.

 

Her wiha Çalakî bi xulekek bêdengî li ser giyanên pakrewanên kurd û Kurdistanê û Barzaniyê nemir û giyanê pakrewana Jîna Amînî bi sirûda netewî ya Kurdî (Ey Reqîb) dest pê kir.

 

Her wiha Xanim Fesla Yûsif, endama desteya Serokatiya ENKSê, gotina Encûmena Niştimanî ya Kurdî pêşkêş kir, û hevxemiya Encûmenê û gelê Kurd li Sûriyê bi têkoşîna gelên Îranê û gelê Kurd li Kurdistana Îranê li dijî neheqiyê û stemkarî ,diyar kir. û bidestanîna mafên wan yên netewî.

Her wiha xanim Fesla, kiryarên rejîma Îranê û tepeserkirina serhildanê û rola wê ya êrîşa li ser gelek welat û gelan, binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û bombebarankirina berdewam a axa wê şermezar kir û di axaftina xwe de silav li pakrewana nemir Jîna Amînî, di wijdanê gelê xwe yê Kurd de kir.

 

Her wiha axaftina Nivîsgeha Jin û Zarokan di Encûmenê de ji aliyê xanim Hindiya Yûsif ve hate pêşkêşkirin.

Di dawiya çalakiyê de,Şandeke jinan yadaştnameyek pêşkêşî ofîsa Netewên Yekgirtî kir û tê de daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir, ku rola ku jê tê çaverêkirin, bigire ser milên xwe, di serî de gelên Îranê, li dijî dîktatoriyê û alîkariya wan ji bo ragihandina azad û pêkanîna sîstemeke demokratîk ku bigihêje azadî û rûmeta hemû gelên wê.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.