المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PYK-Sê xwendekarên serkeftî xelatkirin..

0 185

Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriya li hola Barzaniyê nemir hejmarek ji xwendekarên serketî di bawernameya navendî de ya ya şaxê zanistî de ku bi giştî pileya wan ji 235 pitir ji 240 li bajarê Qamişlo xelatkirin..

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û piştre M,Mejdel Dellî gotina partî pêşkeş kir û tê de pesna rola ciwanên Kurd di asta xwendinê de li hemû cîhanê da û tekez li ser wê yekê kir ku ew di hemû astan de bi ser ketine, tevî şert û mercên dijwar û hestiyar ên ku ev nifş tê re derbas dibe, û herwiha spasiya dDê û bavên wan kir ku di serweriya wan de rola herî mezin hebû.

 

Paşê, ji bo serkeftin û destkeftiyên wan ên hêja, bawername li ser xwendekaran hatin belavkirin.

 

Di merasîmê de xwendekar û dê û bavên wan li ser zehmetiyên ku di sala xwendinê de rastî wan hatin û daxwazên wan axafîn

 

 

Ragihandina ENK_Sê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.